كلمات اغاني الفنان Bedil

Leyla Leyla Were Vir


Ez nakim nakim Terka Te nakim
Ez nakim nakim Leyla Terka Te nakim
Derîyê evîna li ser Te venakim
Û Leyla Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Eman Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Welleh min zora Te bir
Çi li vir û çi li wir Ez hatim lêvê wek şekir

Ez mame mame Leyla Ez mame
Tu nuh gihayî ji bona Te mame
Tu nuh gihayî Leyla ji bona Te mame
Ew sê biskê Te weke Gulane
Û Leyla Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Eman Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Welleh min zora Te bir
Çi li vir û çi li wir Ez hatim lêvê wek şekir

Tu zanî zanî bi derdê min zanî
Tu zanî Leyla Tu zanî bi derdê min zanî
Şevekê wer ba min Leyla bi mêhvanî
Wan awirê çava Te li ser min danî
Û Leyla Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Eman Leyla Tu were vir maqey dilê Te kevir
Welleh min zora Te bir
Çi li vir û çi li wir Ez hatim lêvê wek şekir
 
Leylanê

Leylanê Bihare çiçekê bihare
Tav derketîye de Tu were
Bihare rengîne Gul jî vebune
Leylanê were halê min tunîne
Ax de Leyla Leyla...emrê minî...
Tu şeva li bê teyisî şewqa Te da dilê min
Boy wê şewqê Ez helîyam were Leyla mala min

Leylanê sor gulê sosinê bihare
Dilê min ji kerba zare zare
De Tu were Leylanê lezke Min nehêle li virê bi tenê
Vê Biharê bi bê tenê dil şikestî situ xwarê
Ax de Leyla Leyla...emrê minî...
Ava zelal di xul xule weke dilê Te nabe
Kember zîvê Gula Dinyê du qetê Te tunîne

Leylanê neçe nazdarê neçe de Tu were
Neçe neçe...de Tu were
Neçe Leyla Were Lela neçe Leyla Ez li bextê Te me
Dinya ronî bêy Te ji min re herambe
Ax de Leyla Leyla...emrê minî...
Gera Golê min Kon danî Ez xeyîdîm ji kerbê Te
Gulê bedew qur vebune dîsa ketim bextê Te
 
Li Govendê Bi Nehêre


Ka li wî alî bi nihêre lo lo hevalê min
Ka li Dawetê bi nihêre emrê min canê min
Du Dîlber bi hevra ne lo lo hevalê min
Du xweşik bi hevra ne emrê min canê min
Awirê wan tim li me ne lo lo hevalê min
Çavê wan tim li me ne emrê min canê min

Heger Tu wan nas nekî lo lo hevalê min
Heger Tu wan nas nekî emrê min canê min
Î bi xemlê kurmancî ne lo lo hevalê min
Î bi xemlê kurmancî ne emrê min canê min
Yeke kine bedewe lo lo hevalê min
Ya din dirêje qelewe emrê min canê min

Tu jî li wan bi nihêre lo lo hevalê min
Tu jî li wan bi nihêre emrê min canê min
Xeberê ji wanre bi şîne lo lo hevalê min
Xeberê ji wanre bi şîne emrê min canê min
civîna me u wan deyne lo lo hevalê min
civîna me u wan deyne emrê min canê min
 
Naz Gûl


Kanîya gundê me li qerêçe
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me li qerêçe
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê yara wî kurmance
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê dosta wî kurmance
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal bi emrê xwe î xilaze
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal bi emrê xwe î xilaze
Şing şing şinga nexş û benda

Kanîya gundê me bi luleye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me bi luleye
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê Yara wî xwendeye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê çêya wî xwendeye
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal bi emrê xwe î zêdeye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal ji emrê wî zêdeye
Şing şing şinga nexş û benda

Kanîya gundê me sipîye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me sipîye
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê Yara wî Êzdî ye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê çêya wî Êzdî ye
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal ji felekê dizîye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal ji felekê dizîye
Şing şing şinga nexş û benda
 
Nurhan

Ku ez Te nebînim Ez har û dînim
Ku ez Te nebînim Ez har û dînim
Ez li ser te dînim keçika delal
Sibe nabînim ro li min dibe êvar
Nîvanê Te me li hêvîya min be yar
Sibe nabînim ro li min dibe êvar
Nîvanê Te me li hêvîya min be yar
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan

Çavê wek yên Te min hê nedîne
Çavê wek yên Te min hê nedîne
Lêvê tey şêrînî şekirîne
Ez ji eşqa Tere bum dil birîne
Terka Te nakim terka çavên Te
Ez ji eşqa Tere bum dil birîne
Terka Te nakim terka çavên Te
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan

Biska li ser enîyê Te di xemilîne
Biska li ser enîyê Te di xemilîne
Awirê çavên Te Dil di nalîne
Bejna teye zirav Qusûr lê tine
Beşera delal Bedîl di helîne
Bejna teye zirav Qusûr lê tine
Beşera delal Bedîl di helîne
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan
Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
Ez li ba Te Mêhvan
 
Rizgar

Silav li Te Şêrê Baykan
Silav li Te Şêrê Baykan
Ji Almanya çu...bu komîtan..,Bu komîtan
Çu Kurdîstan azad bike
Çu Kurdîstan azad bike
Ji bin destê van neyaran.. Van ked xwaran

Rizgar bi hevalên xwere
Ahmed bi hevalên xwere
Çubune nava Gundîyan.. Nav karkeran
Wesîyetê Welat li wan kirin
Wesîyetê Welat li wan kirin
Bo yekîtîyê bi hevre bikin....Bi hevre bikin

Ahmed û Metîn herdo bira bun
Boy Welatê xwe Dê û Bav berdabun
Şehîd ketin Şêrê Kurda...Şêrê Kurda
Çîçek şîn bun bi xwîna wan
Çîçek şîn bun bi xwîna wan
We ji bîr nakin bi hezar salan...bi hezar salan
 
أعلى