كلمات اغاني الفنان Bedil

Salê.

Salê....Salê.....Salê.............
Hey bi derdê bi kulê bi xemê bi jarê bi ax u lalê......
Ji xelkê re bihareke bi sor gul û bi rengîne
ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
Kul û derdê hezar sala di dilê min evdalê xwedê de şax vedane
Ji tere salê
Bêje salê... bi Xwedê Ez ne pîr bum........
Evan salê xerîbîya xopan bira Ez pîr kirim.....

Bêje salê....Ezê naçime dêrika hemgo cizîra botan zaxoka rengîn
ji xema dilê min û tere li qontarê çîyan.....
Kulê ti bi kul bî bi kevî mala kevne perestan û xwîn xwerê van romîyan
Destê min qut kirin ji dost û hevalan ji koma xweyî û xwidanan ji xweyîyan
Ez ketime der û kolanê xelkê mîna perîşanan xwedê zanî exsîyan û benîyan
Ez bume benîştê ser zimanan Gurê çol û çîyan bi halê min kenîyan
Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun
Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan
Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê
Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne
Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê
Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum......
Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim....

Bêje salê....Ez ketim ji kerbê xerîbîya xopan bira bi xwedê wexte Ez bimirim
Li der û kolanê Almanya bê dost û heval û bi hogirim
Ez nizanim careke dinê vegerim nava Dost û Hevalan
Nizanim li der û kolanê xelkê emê bimirin
Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun
Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan
Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê
Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne
Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê
Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum......
Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim....
 
Ser Sale

Dinya di rojekê de li dora xwe digere
Di nav salekê de li dor rojê digere
Di nav salekê de li dor rojê digere
Ser sale ser sale milet tev hevale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

îro dema meye dema me Kurdane
Xelasbuna welat li hêvîya xortane
Rizgarkirina welat li hêvîya xortane
Ser sale ser sale milet tev hevale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Gelî Kurda rabin bi hevre bikin xebat
Destê xwe bidine hev xelas bikin welat
Destê xwe bidine hev rizgar bikin welat
Ser sale ser sale milet tev hevale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Ser sale ser sale milet tev hevale
ê bê dost û yare ji kezebê dinale
ê bê dost û yare ji kezebê dinale
Ser sale ser sale milet tev hevale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
 
Yarê

Yarê dîbu li nav Gula
Digerîya ji derd û kûla Yarê........
Yarê dîbu li nav Gula
Digerîya ji derd û kûla Yarê........
Bi awirê Çava mi silav lê kir
Hate bam nav Sor Gula Yarê
Bi awirê Çava mi silav lê kir
Hate bam nav Sor Gula Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê....
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê...

Nu gihame ez canim
Ez xwestime Kur Apêm Yarê......
Nu gihame ez canim
Ez xwestime Kur Apêm Yarê......
Ez pîr û kal jî bibim
Ji Te pêştir kes hesnakim Yarê
Daweta min jî bikin ez Te ji bîra nakim Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê....
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê...

Destê hev girt û meşîyan
Bi hev ra çun nav Dara Yarê.........
Destê hev girt û meşîyan
Bi hev ra çun nav Dara Yarê.........
Kî Destê me ji hev derxe
Di Agirê Cahanimê de bi şewite Yarê
Kî bibe sebebê me
Bi keve stûyê wî gunehê me Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê....
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê...
 
Serokê Kurdan

Serokê Kurdan fikrek deranî
Serokê Kurdan fikrek deranî
Bawerîya Miletê xwe bi vî fikrî anî
Agirê Newrozê ji nuve dada
Kurdîstanek ser firaz ji mere nîşan da

Gelî Kurda vê rêçê bi meşînin
Gelî Kurda vî fikrî bi meşînin
Zilm û zordestîyê birano ji ser xwe hilînin
Agirê Newrozê venemirînin
Dijminê xayîn birano ji Welat derînin

Em bi hezar salan zilmê dibînin
Em bi hezar salan zilmê dibînin
Qey Miletê Dinyayê vê yekê nabînin
Kêf û henekê xwe bi me tînin
ê Roj were emê vê heyfê hilînin
 
Taxa Fila


Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Çend car min got ji Te re neçe taxa wan
Bejnê wan ziravin bejnê wan ziravin mînanî hêlan
Kenê wan dirije ji Dev û Lêvan
Wele wê ji Me bivin bîlle wê ji me bivin ax Dîn û Îman
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Hin ji wan cot bi cotin hin çare çarin
Hin ji wan î bê dostin hin ji wan î bê dostin hinek bi yarin
Hin ji wan rukê wana sêvê li ser darin
Hin ji wan min çinî hîşt hin ji wan min çinî hîşt hinek min xwarin
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Ax min Riha kur kir Simbêla berdan
Tu ji Min bawerbike Tu ji Min bawerbike bi sozê Mêran
Dîn u Îman hebun ew jî min berdan
Tizbîya destê min jî tizbîya destê min jî ma li Mala wan
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan
 
أعلى