كلمات اغاني الفنان دينو

رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Neçe Dûr
Neçe dûr, neçe dûr
Va bajara bê te nabe
Bila roj bi te şiyar be
Sîya te li kolanan be
Neçe dûr, neçe dûr

Neçe dûr, neçe dûr
Bahozên dilê min raneke
Rojan li min tarî neke
Min ji hîvê ra deyndar neke
Neçe dûr, neçe dûr

Neçe dûr,neçe dûr
Evîn bete kedî nabe
Dil evîna te ter nabe
Jîyan bete jîndar nabe
Neçe dûr,neçe dûr
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Min Dilek Heye
Min dilek heye dîne
Sînor û qedexe nîne
Jîn evîn, evîn jî jîne
Yarr axxx yarr axxx

Evîna min rojane nîne
Hêline lê ne kemîne
Bikeve nav dilê min bibine
Yarrr

Min dilek heye bihare
Rojê germe, şevê sare
Tijî buye lê nabare
Yarrr ax, yarr ax

Min hêvî heye heye zû were
Demsala dilêm bihare
Berê ku zivistan were yarrr

Min dilek heye zaroke
Wek delaliya dayîke
Ne nazdare lê şermoke
Yarrr

Azadî qelenê te be
Dil şivanê dilê te be
Bawer bike bê te nabe
Yarrr
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Jîyana Deynkirî
Min ji mirinê jiyanek deyn kir
Ji bo ku bighîjime Zagrosan
Bi evîn bidim destê te

Bi hêvî bi baweri
Deng bidim li dengê te
Bibim cangoriyê azadiyê
Can bidim li canê te

Mirin nabe tobedar
Ne haval nasdike ne jî yar
Ewê bê, bê dem û bê war
Bila me negre bi xewar
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Hîvê
Hîvê hîvê hîvê hîvê hîva min
Dil kemîn dil dîna min
Nêçîrwana jîna min
Deyndarê/ra evîna min
Ne nêzi ne dûrî min hîvê

Hîvê hîvê hîvê sûret sêvê
Dil kevir rû bedewê
êşa li nav hinavê
şêrînê gulmek avê
Bedewê gulmek avê hîvê

Na na na na na tu nayê
Heviyên min da ber bayê
ên çûyî şûnve nayê
Ji bo te nakevim tayê hîve
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Gula Dilê Min
Gula dile min kitandin,
Be av hiştin çilmîşandin,
Bo evîna min şîn nebi,
çemê dile min çikandin.

Nabe dile min wiha nabe,
Bila gûl bilbile şa be,
Ware gula min aw bide,
Bila evîn be war nebê.

Gula min bi xwine şuştin,
Sere xwe we be war hiştin,
Perçe kirin hew kitandin,
Bilbila wê sevî hîştîn...

Nabe dile min wiha nabe,
Bila gûl bilbile şa be,
Ware gula min aw bide,
Bila evîn be war nebê.

Gulam kesk û sor û zer e
Evîna min bi xebere
Bo tu heliyam bum penaber
Dil bu axîn û kesere

Nabe dile min wiha nabe,
Bila gûl bilbile şa be,
Ware gula min aw bide,
Bila evîn be war nebê.
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Dîsa çû
Li şeveki tarî
Bi dilekî kerî
Wek zarokek sêwî
Hîştîm dîsa çû

Ez hîştin ber derî
Bi dilek şevederî
Wek gur li nav kerî
Hîştim dîsa çû

Dîsa çû, dîsa çû
Hîştim dîsa çû

Min jî lê bawer kir
Dil bin piyê wî/wê kir
Min hêvi nedikir lê
Hîştim dîsa çû

Bi hestên pînekirî
Bi çavên kelegirî
Bi qeyd û bendkirî
Hîştim dîsa çû

Dîsa çû, dîsa çû
Hîştim dîsa çû
 
أعلى