كلمات اغاني الفنان دينو

رد: كلمات اغاني الفنان دينو

çavên Payîzîn
Bayê evîna te sar e
Germa dilê min direvîne
Min tu biharê hezkirî
Lê çavên te payîzîn e

çavên te wekî derya Wanê
Kûr in, tê de wenda bûme
Tu wer zanî, ez hîn dijîm
Lê ne sax im, ne jî gorî me

Tu wekî ewrên ber bihar î
Ne dibarî, ne jî diherî
Ez hîn li ser soza xwe me
Mixabin tu bê biryar î
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Qêrîna Amedê
çiqas dişewitî, ewqas şîn dibî
Lê lê Amedê, dilê min Amedê!
Bi azadiyê re evîndar dibî
Lê lê Amedê, dilê min Amedê!

Hatin, hatin, hatin, hevalên min hatin,
Rabe Amedê, şabe Amedê

çar agir, çar dergeh, dil çar perçe ye
Lê lê Amedê, dilê min Amedê!
Tu evînî di nav dilan de veşartîyî
Lê lê Amedê, dilê min Amedê!

Hatin, hatin, hatin, hevalên min hatin,
Rabe Amedê, şabe Amedê

Kulîlkîn me avdan bi xwîna zarokan
Lê lê Amedê, dilê min Amedê!
Pir biçûk bûn, hîn zarokên ber bistan
Lê lê Amedê, dilê min Amedê! ş

Hatin, hatin, hatin, hevalên min hatin,
Rabe Amedê, şabe Amedê
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Oy Yarê
Oy yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviyên dilên sarî
Nabînim, tu ji min dûrî
Ji bo hêviyên azadiyê
şîn bûye li ser Zagrosê
Derket jor nayê xwarê

Oy yarê, oy hevalê
Ciwaniya emrê min kanê?
Hêviyên dilê min kanê?
Xeyîdîn bi şûn ve naynê
Azadiya vê jînê
Ji min hate dizînê
Zaroktiya min kanê?

Oy yarê, oy hevalê
Hêsir ji çavên min dotin
Dil û cîgera min sotin
Xewn û xeyalên min firotin
Me dîsa serî hilda
Li nav xwîna xwe jîn da
Tovên jiyanê evîn da

 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى