كلمات اغاني الفنان دينو

رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Min Bihîst Dayê
Min bihîst dayê tu pir nexweş î
Min ji te re neşand dermaneke ji bo êşê
Min biborîne destê min nagihêjê

Dayê demsal çûn, roj li min bûne sal
Lawkê te yê ciwan li vir bûye kal
Stûxwar im dayê, li hember keda te
Te jiyan da min, ez ji te re deyndar

êşên xwe kom ke, ji min re bişîne
Yek zêde yek kêm êdî xem nîne
Tu birîneke wê min nekuje
Tenê bê welatî derman pê nîne
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Nesrîn
Tu ne kulîlk î, ne jî rihan î
Tu ne gulçin î, ne jî beybûn î
Ne wek gulek pozbilind, ne bi kelem î
Devken î, dildiz î, bi nav Nesrîn î
Oy bi dil evîn î, oy bi tev de jîn î

Bihar bi hatina te rengîn dibin
Evîn bi navê te watedar dibin
Hêvî di nav dilê te de cih û war dibin
Tu xemrevîn î, çavken î Nesrîn
Oy çi xweş e evîn, oy çi xweş e evîn

şev deyndarê hîvê, ez deyndarê te
şev ronî bû li hîvê, ez bi hebûna te
Carek bibim mêvanên xewnên te
Min sêwî nehêle bi evîna te
Min bêpar nehêle ji evîn te
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Dereng Neyê
Gula dilê min bişkivî
Bi baranên evînê
Hêviya hatina te me
Derng neyê, zû were

Hîn neketim bin çavan
Hîn neketim zîndanan
Hîn neçûme ser çiyan
Dereng neyê, zû were

Em bi evînên qedexe mezin bûn. Bêrîka me de eynûkek û şeyek
me bi xwe mezin dikir û xweşikbûyîna xwe di nav xeyalên pêşerojê de
bi evîndara xwe re vedişart, bi çavên şermokî û bi tirseke bêwate
me hêviyên xwe di neqişandin.

Bi xwe re hêvî bîne,
Hêvî evîn û jîn e
Barke ser keskesoran
Bi rojê bixemlîne.

Hîn neketim bin çavan
Hîn neketim zîndanan
Hîn neçûme ser çiyan
Dereng neyê, zû were

Dema ku em mezin bûn, em têgihîştin ku eger evîn azad be, wê bi wate be.
Ji bo wê ye ku em bûn evîndarên welatên xwe, emê evina xwe, bi evîndara xwe re
di welatekî azad de parve bikin.
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Hêvîya Min Nemîne
Hêviya min nemîne lê yarê
Rêya min kemîne hevalê
Dilê min dilekî pênaber e
Li pey evîna xwe digere
Hîn jî ji bo te bêbiryar e lê
Dev ji min berde hêvî meke
çavên şûşe, şêlî meke
Agirê vemirî sor meke lê

Biçe li evîneke nû bigere
Azadî evîn e, ax jî yar e
Berdêla jiyaneke azad
An zîndan an jî sêdar e
Min ev riya hilbijartiye lê
Dilê xwe ji min re dîl meke
Hêviyên xwe ji pêre çal meke
Barê giran li xwe barmeke

Dilê min hêviya vegera rojê
Rojê dilê xwe daye dozê
Roj çû ava venegeriya
Hêviyên min man li pêşerojê
Biçe dilekî bê birîn
Ji evina xwe re bibîne
Bes dilê min neşewitîne lê
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Gulmek Azadî
Heval em we hez dikin
Pêşmêrge we silav dikin
Bi dil û can we bawer dikin
Zû ji me re yekîtî bînin

Birçî ne, têr xûya dikin
Tazî ne, bi kinc xûya dikin
Ji bêwelatiyê şerm dikin
Zû welatekî azad bînin

Hewara me gohdar bikin
Neyarên xwe bawer mekin
Li hember hev çekan ramekin
êdî bes e,
Zu ji me re biratî bînin

Goristan me qebûlnakin
êdî çem xwînê ranakin
Ne dojeh, ne bihuşt qebûl nakin
Zû gulmek azadî bînin.
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Gulê Delalê
Eger ez bimirim li ser axekî dûr
Xêliya reş nevêje ser guliyên sor
Evîna min bibe li ser çiyayekî dûr
Bila sêwî nemîne li nav dilên kor

Gulê Gulê, Gulê, Gulê delalê
Herkes bi yara xwe, ez mam bi tenê
Her kes bi hêviyên xwe, ez mam tenê

Tu guleke kovî, dûrê deştay î
Kedî nabî nayê, li ser çiyay î
Straneke bênav î, li ser lêva yî
Rojê li xewnerojkan, şevê li xewna yî


Gulê Gulê, Gulê, Gulê delalê
Herkes bi yara xwe, ez mam bi tenê
Her kes bi hêviyên xwe ez mam tenê
 
أعلى