كلمات اغاني الفنان دينو

رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Lê Dayê
Li ciyaye sîpanê,
Li ciyaye nemrudê,
Li ciyaye zagrosê bilinde le daye

Le daye ez serwanim,
Zinare wan ciyanim,
Heya azadî naye
Dil kul u birîndarim le daye

Bang dike çeme firat
Hez dikê dîcle u murat
Tew radibim dibejin ey welat le daye

Le daye ez serwanim,
Zinare wan ciyanim,
Heya azadî naye
Dil kul u birindarim le daye

Tu wer neke,
Hestre cawan romeke,
Ger ez sehit kevim
Sine xwe li min helal ke le daye

Le daye ez serwanim,
Zinare wan ciyanim,
Heya azadî naye
Dil kul u birindarim le daye
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Ez Zarokek Bênav im
Ez zarokek bê navêm,
Nave min hinda buyê,
Nahalin ben bira xwe,
Jiyan li min tariye

Ez mirim Helebce da
Bedeng li naw xweveda
Kesek li ez nedîtîn
Naw pelên dirokê da

Ez zarokek bê navêm
Koçberim Maxmurim
Bi hevlekarî dîjim
Bin sîya mirina da

Nava min dadgeha da
Biharê ciwanîya da
Bi yaran hate girtin
Bi penûse qireja da

Ez keçikek piçukim
Kolanên Mersînin da
Bum çalakwaneke ...
Kevire min deste min da

Nabejin peşê roje
Bo xatire we doze
Nabejin peşê roje
Bo xortir bikin wê doze
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Gula Dilê Min
gula dile min kitandin,
be av hiştin çilmîşandin,
bo evîna min şîn nebi,
çemê dile min çikandin.

nabe dile min wiha nabe,
bila gûl bilbile şa be,
ware gula min aw bide,
bila evîn be war nebê.

gula min bi xwine şuştin,
sere xwe we be war hiştin,
perçe kirin hew kitandin,
bilbila wê sevî hîştîn...

nabe dile min wiha nabe,
bila gûl bilbile şa be,
ware gula min aw bide,
Bila evîn be war nebê.

gulam kesk û sor û zer e
evîna min bi xebere
bo tu heliyam bum penaber
dil bu axîn û kesere

nabe dile min wiha nabe,
bila gûl bilbile şa be,
ware gula min aw bide,
bila evîn be war nebê.
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

çû
Ser singa min rabu bo azadiye firya çu
Bu kevotkek sipî bo aşitîye firya çu..

Axe xeber neda kesek nizan kuda çu
Dilemin şewitand bu agirek pekya çu
Min xebera te bihist aqil serem tekva çu
Oy…. oy…..

Bîla baye zagrose behna te ji min ra bine
Sîya bejna bilind bı rojeva bisîne
Bibe xewnek şeve ware min bi xapîne
Tu dûrî te nabınım ware min bi hawîne
Bila evîna dilem be te şewî nemine
Oy….oy….
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Zû Were
Hêviyên min mane li benda te
Bêwate bûm, bi çûyîna te
Zu were hevala min,
Zû wer delala min
Zû were roniya çavên min.

çem xeyîdîn, ava xwe nadin
Gul xeyîdîn, bêhna xwe nadin.
Zu were hevala min,
Zû wer delala min
Zû were hêviya dilê min.

Roj xeyîdî germa xwe nade
Hîv xeyîdî şewqa xwe nade
Zu were hevala min,
Zû wer delala min
Zû were roniya çavên min.
Zû were hêviya dilê min.
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Namûs
Serî de li Batmanê û her wisa hemû bajarên welatê minê birîndar, rojê bi dehan keç û jin ji ber tewanbariya namûsê tên qetilkirin.Gelek keç û jin ji ber vê edetê pashverû dibin qurbanên, bûyerên faîlên wan diyar. Hinek tên kuştin û hinek jî di divêtiya xwe kuştinê de tên hîştin.

Zînê keçeke kurd çarde salî bû
Dil dabû xortekî jê dil hêvî bû
Ne li nivê hîvê, lê hîv bi xwe bû
Mixabin gul spî be jî, bextê xwe reş bû

Evîn pîroz e, evîn çavkaniya jiyana mirovahiyê ye, Kesekî ku evîndariyê di nav dilê xwe da nikaribe bihewîne, ewê negêhêje pîrozahiya evîna Mem û Zîn. Kî bi be sebeba ji hev qetandinê, ewê di hizûra Xweda de tu car neyê bexşandin.

Girtin, dan kalekî xwediyê sê jinan
Zînê hat xapandin bi gustîl û bazinan
Kefen hat birînê bi dest mezinan
Kesekî guh neda gilî û gazinan

Bavino! Biranino! Keçên me yên hîn ji zaroktiya xw têr nebûne, hîn jî pêdivîya wan bi hezkirina dê û bavan hene, nedin kalên dewlemend ên bê rûmet û nekin hewî, nebin şirîgê gunehên wan.

Stû xwar nekir li hember qederê
şaşitiyek hebû gelo li kuderê?
Kî şirîgê suçdariya biryarê?
Gelo bê guhertin ji bo vê carê?

Keçên çelenk, li hember neheqiyê têbikoşin, berxwe bidin, bixwînin, hişyarbin! Ji bo destxistina mafên xwe, bibin xwedî hêz. Bibin girse û dengên xwe bilind bikin! Qestên jiyanên xwe mekin. Ev ne xilas bûyîne.

Zînê reviya gihîşt evîndarê xwe
Bi destê xwe nivisand fermana xwe
Bav û bira kuştin zînê, ji bo namûsa xwe
Zînê bi mirinê dest xist azadiya xwe.

Evîn û evîndaran nekujin, yên ku dibin sedema kuştina keç û jinên me, li hember wan derbikevin, serî li dij vê pashverûtiya qirêj rabikin. Namûs azadi ye! Namûs xwedî derkatina mirovahiyê ye! Namûs li hember derketina mêjî firoşiyê ye! êdî bila kuştin çê nebin. Bes e! Bes e! Bes e!
 
أعلى