MEM Û ZÎN ( DESTPÊK )
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iŞq
Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq
Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
BêŞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqŞihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqŞê xame kubra
Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb
MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û Şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê Şakir