Jiyana Ahmedê Xanî

Sala 1061'ê Koçî li beramberî sala 1651'ê zayînî radiweste.Gellek lêkoleran sala 1650'yê zayînî danîne ber 1061-ê Koçî. Roja 1-ê Muherrema 1061-ê Koçî dikeve beramberî roja 25-ê Desembera(çileya Pêþîn) 1650-yan. Nexwe, tenê heft rojên wê sala Koçî dikeve ber sala 1650-yê zayînî, 348 rojên dî dikevin ber sala 1651-ê zayînî. Yanî îhtîmala wê ya ku Xanî di hefta yekê ya wê sala Koçî de ji dayikê bûbe ji sedî 2 ye. Ji ber vê hindê ya rast ew e ku em bêjin Xanî di 1651-ê zayînî de ji dayik bûye.
Xanî bi xwe dibêje di çil û çar saliya xwe da Mem û Zîn nivîsiye. Diyar e ew jî em dizanin ku Xanî 44 salên temenê(jiyê) xwe li gora salên koçî jimartine. Li gora vê 1061+44=1105-ê Koçî sala nivîsîna Mem û Zînê ye. Ev sala koçî dikeve hemberî 1693-1694-ê zayînî(pênc mahên pêþîn ên salê di 1693-yan de ne û heftên din di 1694-an de ne). Xanî ku sala jidayikbûna xwe, sala danîna Mem û Zînê û çil û çar sal umrê xwe li gora tarîxa Koçî jimartiye, em nikarin bi zorê sêsed salên piþtre li gora tarîxa zayînî bijmêrin. Lê heke em wiha jî deynin, dîsan sêsed saliya piþtî wî dike 1993-1994, yanî sêsed saliya Mem û Zînê diviya sala 1993 yan 1994-an bihata danîn ne ku sala 1995-an. Lê wekî min got, di vê de zorlêkirinek heye û nerewa ye. Heke em li gora salên Koçî bijmêrin;
1105+300=1405-ê Koçî dibe sêsed saliya Mem û Zînê. Ew sala Koçî jî dikeve beranberî sala 1984-ê zayînî.
Riyeka din ew e ku her ji destpêkê ve 44 salên zayînî em bixin ser 1651-ê ku sala jidayikbûna Xanî ye. Ji bo ku Mem û Zîna xwe di 1695-an de nivîsîbe, vê sala zayînî dikeve hemberî 1106-1107-ê Koçî û li gorî vê jî divê Xanî Mem û Zîn di 45 yan 46 saliya xwe de nivîsî be, ku em dizanin ne wiha ye. Yanî di her du aliyan de jî danîna sala 1995-an wekî sêsed saliya Mem û Zînê ne rast e û bingehekî mantiqî û zanistî jê re tuneye.''9
 
Ferhad Þakelî di vir de rastî û þaþiyan tevî hev dike ku divê bên destnîþankirin. Mesela 44 saliya Ahmedê Xanî gelo wê li gora kîjan hesabî bê kirin. Li gorî M. Emîn Bozarslan divê bi hesabê teqwîma Rûmî bê kirin û li gora Ferhad Þakelî jî divê bi hesabê teqwîma Koçî(Hîcrî). Gelo di dema nivîsandina Mem û zînê de Kurdan jiyê xwe li gorî kîjan teqwîmê hesab dikirin? Heke bi hesabê teqwîma Rûmî be M. Emîn rast e û heke li gorî teqwîma Koçî be Þakelî rast e. Îro li Kurdistanê, bi piranî jî di jiyana gundîtiyê de Kurd umrên xwe li gora teqwîma Rûmî dikin, lê gelo berî sêsed salan çawa bû, bi rastî li gor îmkanên xwe yên niha yên li ber dest ez nikarim tiþtekî bêjim.
Nuxteya duduyan ku Ferhad Þakelî li gor hesabê Koçî sêsed saliya Mem û Zînê hesab dike ev ne þaþîtiyên hina ne, lê mesela tercîhê ye ku gelo em gava dibêjin sêsed sal qesda me jê sêsed salên bi salên Koçî ne an Mîladî ne. çimkî sêsed salên Koçî mudetek in û sêsed salên Mîladî jî mudetekî din in. Lê madem ku îro li welatê me jî teqwîma mîladî bi kar tê û di roja îroyîn de jî ev teqwîmeka navnetewî ye, rasttir e ku meriv hesab bi teqwîma Mîladî bide diyarkirin. Ev wekî mesela giraniyê ye: gelo divê meriv giraniyê bi hesabê gram û kîloyan an weqîyan nîþan bike.
Piþtre, Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ahmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ahmedê Xanî bi vî awayî didomîne:
''Þêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêþî hatina Ahmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniþtiye lê aþînatiya xwe ji eþîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ahmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ahmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piþtî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye(Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike. Ew, alimekî þareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Þahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê.
Þêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laþê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geþ bûn, riya wî top bû û reþayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilterr bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêþa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xirr sipî dida serê xwe, awayekî þalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û þikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veþartin. Gorra wî niha jî zîyaretgeh e''10.
 
Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ahmedê Xanî Helyas(Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Þêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî tarîxa mirina Ahmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî''(Xanî ber bi Rebbê xwe ve firriya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Mîladî daye ber wê11. M. Emîn Bozarslan jî li gorî vê agahdariyê hesabê 1118-ê Hîcrî derdixe û 1706-1707-ê Mîladî dide ber wê12. Lê Ferhad Þakelî her çendîn agahdariya Alaeddîn Seccadî qebûl dike jî tarîxa hîcrî dike 1119 û 1707-ê Mîladî dide ber wê13. Alaeddîn Seccadî dinivîse ku ev agahdariya ku Mela Salih dayiyê, cardin li gora ku wî gotiye li piþt kitêba wî ya bi navê Semediye[Sadula?] bi dest xetekê hatiye nivîsîn. Lê Gava Bozarslan behsa vê kitêbê dike dibêje Semedaniyye û gava Ferhad Þakelî behs dike dibêje Þamadiyya14.
Sadiq Bahaeddîn Amedî ji bilî navê bavê wî, lê zêde dike ku dibêje navê bapîrê wî jî Rustem Beg e û di jêrenota xwe de diyar dike ku wî ev agadarî ji Mêjûyî Edebî Kurdî ya Alaeddîn Seccadî wergirtiye, lê rûpel nedaye û meriv agahdariyeka wiha di vê berhema Seccadî de nabîne15.
 
Di dawiya Mem û Zînê de, Ahmedê Xanî her wiha diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse16, piþtî ku gava Mem û Zîn xelas kiriye çil û çar salî bûye fahm dibe ku wî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Ev her wiha wê yekê jî diyar dike ku wî hê di piçûkayiya xwe de îmkana xwendin û hînkariyeka piralî û tekûz dîtiye.
Ahmedê Xanî di dawiya Nûbara Biçûkan de jî bi wezn û bi hesabkirineka dûrûdirêj tarîxa xelasbûna Nûbarê daye ku li gorî vê, bi hesabkirina Zeynelabidîn Zinarî, tarîx dibe 11 yan jî 14'ê meha Adara 1094'ê Hîcrî, ku ew jî dibe 1683'yê Mîladî17.
Yek ji mesela munaqeþa ser Ahmedê Xanî jî mesela eslê wî ye. Þairê Diyarbekirî yê bi navê Abdulazîz Halis çûkûntaþ ku sala 1906-an Mem û Zîna Xanî bi wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî, di muqqedima vê wergerê de nivîsiye ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê yê qeza çolemêrgê ya sencaqa Hekkariyê ye18. Elaeddîn Seccadî gotiye ku ew ji eþîra Xaniyan e. Sadiq Bahaeddîn Amedî xwe dispêre Seccadî( ku em lê rast nayên) û dinivîse ku'' [Ahmedê Xanî] ji binemal û malbata Xanîyan e ku êlê (hozê) Xaniyan ji rêve li devera Bota bûye, paþê binemala wan li bajêrê Bayezîdê ku ji þergehêt rewþenbîrî yêt navdar bûye li Kurdistana jorî akincî bûye''19 Ji bilî vê Amedî, agahdariyeke din li ser ciyê Ahmedê Xanî bi vî awayî dide:'' Ji zardevê Evdalê çelî di nama hinartî roja 11/9/ 1977 bo radyowa Kurdî li Bexda dibêjît:
''Þêx Ahmedê Xanî, li Xana Sêgundan sala 1651-ê ji dayê bûye. Xana Sêgundan 10 kilometran ji gundê Gwîzereþê dwîr e. Xana Sêgundan gundekê qeza çelê ye ya bi wîlayeta Colemêrgê ve. Xana Sêgundan zozan e, bajêr nîne. Xanî, li bajêrê Bayezîdê çûye ber dilovaniya Xudê''20. M. Emîn Bozarslan di Mem û Zînê de ku wergerandiye Tirkî û Kurdiya wê ya Latînî û wergera wê ya Tirkî bi hev re çap kiriye, dinivîse ku Ehmedê Xanî sala 1651-ê li hêla Hekkariyê li gundê Xan'ê hatiye dinyayê.''21Lê di ya xwerûkiriya çapa 1995-an de ku li Swêdê hatiye weþandin Bozarslan dev ji vê îdîayê beradaye, ev îdîa kiriye ya ''hin nivîskar û lêgeran'' û ji dêlva wê ve cîh daye agahdarî û îdîayên lêkolerên cuda22.
 
Î. Cûlemêrgî jî di meqaleya xwe ya bi navê ''Xanê û Xanî'' de dinivîse ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê ye û wiha dom dike(di wergirtina tekstê de me guh nedaye usûla rastnivîsîn û rêzimana nivîskarî M. C.): ''Gundê Xanê 40 km li baþûrê bajarê Cûlemêrgê ye û niha ew di nava tixûbê navçeya çelê(çukurca) da ye. Di wextê de ji ber hatin û çûna rêwiyan, di navenda sê gundan de xanek(baregaha rêwiyan) hate avakirin, jê re digotin 'Xana Sêgundan'. Di demeka kurt de, gund, deþt û geliyên deverê jî paþnavên xwe ji navê wê xanê wergirtin: 'Xanî', 'deþta Xanê', 'geliyê Xanê'. Niha jî bi wan navan tên peyivîn ew cîh û malbat.''23 ''Þîva(gelî) Ertûþ û Pinyaniþ, Tuxûb û Tiyarê, Cêlo û Bazê li deþta Xanê digihên hev. Ji berê de rêka herêma Hekarya û Bahdîna di Xanê re diçû..... Ji ber çûn û hatina rêwî û karwanan Xanê pêþve çû û Xanî jî xurt û fireh bûn. Beriya 500 salan di nava siyaset û çanda herêma Cûlemêrgê de giranahiya wan zêde bû, di nava biryarên mîrê Hekariyan de bûne xwedan gotin û bawerî..... Di çaxê pisporiya wî de[Ahmedê Xanî M. C.] eþîra Xaniya(eþîra wî) hilweþandineka mezin derbaz kir. Di navbera waliyê Wanê û mîrê Hekariyan de þer çêbû. Ezemþêrê Xanî li Keleha Wanê paþayê Osmanî da ber xenceran û ew kuþt. Li ser vê bûyerê dijminahiya Osmaniyan zêde bû. Mîrê Hekariyan jî di vê meselê de neyariyane rawestiya, xiyanet bi Xaniyan re kir, gundê Xanê da valakirin û Xanî giþt koçber bûn. Hin çûne bajarên deverê, hin jî derbazî Þamê bûn..... Di koçberiya Xaniyan de binemala Seyda[Ahmedê Xanî M. C.] jî derbazî Nûrdizê bûn (Nûrdiz li bakurê Hekariyan girêdayî Þaxê(çatak) ye. Babê wî Þêx Îlyas li gundê Sevkê çû ser heqiya xwe. Tê zanîn ku Seyda ji bo xwendina xwe pêþve bibit derbazî Cizîra Botan bû û piþt re jî çû aliyê Bayezîdê.''24 Î. Cûlemêrgî diyar nekiriye ku ev agahdarî ji ku derê bidest xistine.
 
Cardin li gora ku Bozarslan neqil dike, ''Zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar Prof. Qanatê Kurdo, di pêþgotina xwe da ya li ser çapa 'Mem û Zîn'ê ya ku Kurdnasa Rûs a navdar Margareta Rudenkoyê di sala 1962-yan da li Moskovayê çap kiriye, her wiha nivîsiye:
'Navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas e; ew ji qebîla Xaniyan e; qebîla Xaniyan, sala 1592 li erdê Bayezîdê cîwar bû.''25 Ev bi esasî ew agadarî ne ku Mela Mehmûdê Bayezîdî dane Aleksandre Jabayî û wî jî di kitêba xwe de weþandine.
Ferhad Þakelî neqil dike, dinivîse ku '' A. Husaini, îddîa dike ku ji ber ku hemû kesên ji malbata Xanî yên alim û dînî bûn û ji eslê xanedaniyê dihatin loma jî wî navê Xanî wergirt26, lê Þakelî baweriyê bi vê îdîayê nayne. Bi qenaeta min jî tu bingeh ji vê re nînin. çimkî eger Ahmedê Xanî ji malbateka xanedan bihataya wê navê wî bibûya ''Ahmed Xan'' ne ku ''Ahmedê Xanî''. Ferhad Þakelî her wiha qebûl nake ku Xanî ji eþîrekê hatibe ku navê wê Xaniyan be û loma navê wî bûbe Xanî. çimkî dibêje li gorî Kurdî eger ew bi navê eþîra xwe bihataya binavkirin wê bibûya ''Xaniyanî'' ne ku ''Xanî''. Di Soranî de rast e ku mensûbbûna eþîrtiyê bi vî awayî tê binavkirin, lê di Kurmancî de ne þert e wiha be. çimkî Botan dibe Botî, Kîkan dibe Kîkî, Mamxuran dibe Mamxurî. Loma jî ''Xaniyan'' dikare bibe ''Xanî'', ne þert e ku bibe ''Xaniyanî''. Lê tevî vê jî Þakelî xwe dispêre agahdariyeke Mark Sykes ku hêjaye em li vê derê cîh bidinê. Þakelî neqil dike ku Mark Sykes di nivîsara xwe de ya bi navê ''The Kurdish Tribs of the Ottoman Empaire'' de, navê hema hema hemû eþîran dide ku wê demê naskirî bûn. Yek ji wan eþîrên ku ew dide, navê wê, eþîra Xanî ye ku ew dibêje'' Xanî, 180 mal in, ew li nêzî Xoþabê bicîh bûne''27. Þakeli destnîþan dike ku Merk Sykes bi navê Xan yan jî Xanîyan behsa tu eþîrê nake û di wê xerîtê de ku kêþaye, eþîra Xanî li bakurê Hekariyan tê destnîþankirin. Piþtî vê agahdariyê Þakelî hin beytên Ahmedê Xanî pêþkêþ dike û bi vê dibêje ku ew ne ji maleka dewlemend a Xanedan bûye ji maleka eþîreka piçûk bûye û ev ji ew eþîra 180 malî ya Xanî bûye ku li nêzî Xoþabê bicîhbûyî bûye28.
 
أعلى