Jiyana Ahmedê Xanî

Em li vê derê zêde li ser naveroka Mem û Zînê ranawestin, çimkî di beþên din de hê firehtir ji gellek aliyan de me muhawele kiriye ku em heta dereceyekê ronahiyê bidin ser naveroka wê. Zêdetir em ê li ser hin xusûsiyetên din ên Mem û Zînê rawestin.
Mem û Zîn berhemeka dirêj e wekî Leyla û Mecnûna Nîzamî Gencewî yan jî Þêxê Sen'aniyan a Feqiyê Teyran, mesnewî ye. Prof. Joyce Blau dinivîse ku Ahmedê Xanî gellek di tesîra Feqiyê Teyran û Nîzamî Gencewî yê dêkurd de maye û wekî ekola hunerî daye ser þopa medresa Azerbaycanê ya ku Gencewî39 vejandiye. Blau dinivîse ku mesnewî menzûmeyek e ku her beyta wê ji du misrayan pêk tê û her beytek bi serê xwe ye, Wezna(behra) du misrayan mîna hev e û qafiye di nav du misrayan de heye. Wezna ku Ahmedê Xanî bikar aniye behra hezec e. Hezec qalibê wezna herî fireh e û dest dide ku þair bi dehan pêyên cihê, her weha îmkanên cihê bikar bîne. Her qalibê hezecê, di misrayekê de herî kêm ji sê pêyan û herî zêde ji pênc pêyan pêk tê. Ev wezneke populer, kurt, sivik, ahengdar(muzîkal) û lezkî(bilez) ye ku pirr baþ li zimanê Kurdî tê. Hezecê museddes(hezeca þeþî) yan jî heke meriv rasttira wê bêje hezecê exrebê museddesê meqbûzê mehfûz wisa pêk hatiye:
 
Prof. Joyce Blau ew çapa Rudenkoyê ya Moskovayê ji xwe re esas hirtiye û li gora wê dinivîse ku Mem û Zîn ji 2655 beytan pêk hatiye. Alaeddîn Seccadî jî di Mêjûyî Edebî Kurdî de dinivîse ku ew ji 2661 beytan pêk tê. Min bi xwe ya Rudenkoyê nediye, lê hem çapa 1995-an a M. Emîn Bozarslan û hem jî ya Hejar a 1989-an ji 2657 beytan pêk tê. çapa Perwîz Cîhanî a ku li Îranê ronahî dîtiye beyteka wê ji van herduyan zêde ye û loma jî ji 2658 beytan pêk tê. Ew beyta zêde û beyta berî wê ya ku di yên din de jî hene ev in(ya reþkirî beyta zêde ya çapa Perwîz Cîhanî ye):
.........
Manendê Memê , ewê mirincan
teþbîhê Bekir, bibexþe qencan
Ger ecnebî ye û herzekar e
rehmê tu bike qewî ku jar e41
 
Di çapa Mem û Zîna Emînê Osman de jî du beyt hene ku ne di ya Perwîz Cîhanî, ne jî di yên Bozarslan û Hejarî de hene. Lê ji aliyê din ew beyta ku di çapa Perwîz Cîhanî de heye di çapa Emînê Osman de nîne, loma jî ev çapa Emînê Osman a ku di1990-an de li Iraqê hatiye çapkirin ji 2659 beytan pêk tê. Ev her du beytên zêde yên vê çapê û cihên wan ev in(beytên zêde reþ hatine nivîsîn):
......
Lê hakimê weqt ê marîfetnak
mesmû'i nekir bi sem'ê îdrak
lewra ku ewî nekir pesende
bi esl û neseba xwe ew Rewend e42
Mîrê ku bi navê Mîreza ye
mehza nezera wî kîmîya ye
...........
 
Beyta din a zêde ya di çapa Emînê Osmanî de jî wiha ye(beyta reþkirî ya zêde ye):
.........
Toza ku ji rengê tûtiya ye
bîne bi xwe ra, ku kîmîya ye
Ew mulhemê dildewayê dîde
hem ava heyatê û rubîde.43

Nexwe tevî van beytên çapa Perwîz Cîhanî û ya Emînê Osman Mem û Zîn dibe 2660 beyt. Beytên hê zêdetir hene an na em hêvîdar in ku di rojên pêþ de zelal bibe.
Em mesela Mem û Zînê bi tesbîteka Prof. Joyce Blau xelas dikin:
''Ehmedê Xanî çar problemên herî girîng formule û pêþkêþ kirine û ji bo bersîvê danîne pêþ edebiyata Kurdî: fonksiyonên nivîsê, rola þiîrê, têkiliyên di navbeyna ziman, edebiyat û civatê de û ya dawîn jî statuya ziman bi xwe.''44
 
Nûbara Biçûkan
Yek ji aliyên Ahmedê Xanî yên giring, ew e ku wî mesela xwendin û nivîsandinê û belavbûna ilmî di nava civaka Kurdan de ji xwe re kiriye derd, serê xwe pê êþandiye û piþt re xebat û berhemên hêja di vî warî da dane.
Kurdîtiya Ahmedê Xanî ne ku her tenê di Mem û Zînê de maye. Wekî dersdarekî, wekî seydayekî, di warê hînkariyê de jî ew yê herî pêþîn e ku xwestiye xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî jî li nava zarokên Kurdan hebe. Du eserên wî Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê di vî warî de gavên herî berbiçav in.
Nûbara Biçûkan ferhengokeke Erebî û Kurdî ya menzûm e. Ahmedê Xanî bi xwe dibêje ku wî ev ferheng ji bo piçûkên Kurdan hûnandiye da gava ilim(ku ilim wê wextê bi Erebî bû) dixwînin zehmetiyê nekêþin. Ew wiha dibêje di Nûbarê de:
Ev çend kelîme ne ji luxatan.
vêk êxistin Ahmedê Xanî
navê ''Nûbara Biçûkan'' lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
belkî ji bo biçûkêt Kurmancan
wekî ji Qur'anê xelasbin
lazim e li sewadê çavnas bin
Da bi van çend reþbelekan
li wan tebî'et melekan
derê zihnê vebîtin
herçî bixûnit zehmetî nebîtin.
 
Di vê ferhenga menzûm de ''maneyên 950 peyvikên bi Kurdî hatine nivîsîn. Ev ferheng bi awakî bi qafiye ye û li gor babetan ji 14 beþan pêk tê di tarîxa ferhengnasiya (leksîkografiya) Kurdî de wek ferhenga yekem tê hesibandin.45 Di dawiya Nûbarê bi xwe de hatiye diyarkirin ku ew di sala 1094-ê Hicrî(1683-yê Mîladî) de hatiye temamkirin. Gava Ahmedê Xanî ew temam kiriye 33 salî bûye. Zeynel Abidîn Zinar di 1986-an de ew bi tîpên Latînî daye weþandin. Ew dinivîse ku wî di amadekirina ser bi tîpên Latînî de du nusxe dane ber hev. Yek jê çapa 1903'an a Istenbûlê ya din ji çapa 1903'an a Berlinê(ku ev a A. Le Coq e û di 1887-an de hatiye destxetkirin) ye. Min çapa Zeynelabidîn Zinar da ber ya Yûsuf Ziyaeddîn Paþa, min dît ku hin beyt di ya Ziyaeddîn Paþa de hene ku di ya Z. Zinarî de nînin. Helbet ferqa hin gotinan jî di navbera wan de heye, lê li vê derê ez li ser van ferqan ranawestim, tenê ez wan beytan, reþkirî pêþkêþ dikim:
Divêtin tu bizanî bi dil navê îmaman:
Elî çar in, Hesen du, Muhemmed sê ne ey can
Îmamê dî Huseyn e digel Mûsa û Cafer
Ev in bilcumle bêþik bizanî qenc îmaman
Ji bo me ba çarê dîtir heyîn sahib mezahib:46
Mihemmed, Malik, Ahmed. Ew ê dîtir kî? Nu'man.

Beyteka din a zêde jî ev e:
Þeca'et celadet ciwamêrî ye.
Þexeb vers û birs û þebe' têrî ye.
Quwî rûtirþ, bûkalûh û 'ebûs
Ji bo bûk û zava dibêjin 'erûs47
Cîma' û refes wet'i gan, bezl e dan
Zeker kîr û quz ferc û gun xusyetan.
Nûbara Piçûkan ne ku tenê ferheng e. Xusûsiyeteka wê ya din jî ew e, ku Ahmedê Xanî giringiyek mezin daye mesela ku piçûkên Kurdan dînê xwe, Xweda û pêxemberê xwe baþ nas bikin, loma jî wî di Nûbara Biçûkan de zanyariyên dînî dane wan.
Aliyê Nûbara Piçûkan ê din jî ew e ku gellek pendên(þîretên) Ahmedê Xanî tê de bicîh bûne. Van pendên wî, hem rê û dirb û rabûn-rûniþtinê nîþanî zarokên Kurdan dane, hem jî bûne diyardeyên hin fikrên Ahmedê Xanî. Ev pend, di Nûbara Biçûkan de, li serê her beþekî pirtûkê hatine bicîhkirin.
 
أعلى