Jiyana Ahmedê Xanî

Medeni Ayhan di kitêba xwe ya bi navê K¸rdistan'lû Filozof Ehmedê Xanî de dinivîse ku ciyê jidayîkbûna wî gundê Xan e ku bi ser Hakkariyê ve ye, ew ji eþîra Xaniyan e û navê diya wî Xan e, piþtre jî lê vedigere ku Ahmedê Xanî navê ''Xanî'' ji eþîra xwe wergirtiye, lê ji bo van agahdariyan tu çavkanîyekê nade ku ka gelo ji ku derê wergirtiye29.
Li ser mesela eslê Ahmedê Xanî, agahdariyeka balkêþ jî ya Ismet Alpaslan e ku min bi xwe di tu derên din de nediye, ew bi xwe jî diyar nake ku wî ev agahdarî ji kîjan çavkaniyê girtiye. Ismet Alpaslan wiha dinivîse:''Ahmedê Xanî(Arwasî) ji nesla Arwasiyan tê. Tê gotin ku ji Arwasiyan ji nesla Îmam Husên tê û hatiye li Rojhilatê Anadoluyê[Kurdistanê] bi cîh bûye. Ji vê neslê, kurekî Seyyid Abdurrehîm ê bi navê Seyyid Îbrahîm, yekî wî yê jî bi navê Seyyid Abdulazîz bûye.Yên Seyyid Abdulazîz jî sê kurên bi navên Mahmûd, Umer û Ahmed bûne, turbeyên van li Bayezîda Kevn in û tê texmînkirin ku Ahmedê Xanî yek ji van e30''. Ew, her wiha di vir de dinivîse ku Ahmedê Xanî li gundê Hekariyan ê bi navê ''Xan'' ji diya xwe bûye, piþt re hatiye li Bayezîdê bicîh bûye.
Asker Þamîlov di meqaleka xwe de ya bi navê ''Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê'', îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarîyê yê nav Azerbaycanê ye31.
Di dawiya vê meselê de, em dikarin bibêjin ku ji bilî gotina ''Xanî'' tu belge an delîlek tuneye ku meriv karibe bibêje ku Ahmedê Xanî ji filan an bêvan cihî, malbatê, gundî an eþîrê ye. Hemû agahdariyên ku hatine dayin spekulasyon û texmîn in.
 
Gava Alaeddîn Seccadî behsa wê yekê dike ku ''Þêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqildikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laþê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geþ bûn, riya wî top bû û reþayî gellek tê de mabû'' nabêje ku ev agahdarî ew qas bi tefsîlat wekî wêneyekê ji kîderê aniye. Bes yekî ku Ahmedê Xanî dîtibe kare agahdariyên wiha bide. Îhtîmal e ji ber vê teswîra Seccadî ew kesê ku þiklê xeyalî yê Ahmedê Xanî kêþaye riya wî ber bi reþiyê ve û gurover, topkirî çêkiriye, ruyê wî jî maþþallah bi ruh û can hatiye çêkirin. Helbet em nizanin ku rastiya van agahdariyan hetta çi derecê ye, lê di Mem û Zîna xwe de, Ahmedê Xanî bi xwe, teswîreka xwe daye ku bi tevayî bi eksê van agahdariyan e:
Yên ku Mem û Zîn xwendine helbet wê bê bîra wan ku Ahmedê Xanî gava pesnê xweþikiya Sitî û Zînê dide, Sitiyê esmer û Zînê zerî nîþan dide32. Piþt re li dereka din, gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn jî dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweþ dikeve. Ahmedê Xanî bi gellek awayan cefakêþî, derd û kulên Zînê teswîr dike, li cihekî jî wê zeîf wekî mû, zer wekî zaferanê nîþan dide û dibêje ew mû bûye wekî rengê ruyê Xanî33. Ji vê jî meriv kare tê derxe ku Ahmedê Xanî yekî kejik(zer) û zeîf bû, ne ku rîhreþ, rûgroverr û sermezin...
 
Agahdariya ku Alaeddîn Seccadî, dibêje ''ew li Bayezîdê ji diya xwe bû, li medresa Mûradiye ya Bayezîdê xwend, çû Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, serî li Misrê da di dawiyê de ku îcaza ilmî wergirt, vegeriya ji bo Bayezîdê, dest bi dersdanê kir, bi fermana Þahane çû Babê Alî Îstanbûlê'', ne diyar e ku wî ji ku derê anîye, tu belge û delîlan jî nîþan nade. Lê piþtî ku Mem û Zîn destanek e ku li Cizîra Botan derbas bûye û tê de Ahmedê Xanî welê bi tefsîlat behsa jiyana Cizîrê, behsa taxên wê dike,34 ev dibin nîþan ku ew, demeka dûr û dirêj li Cizîrê jiyaye, xwedanê cih û rûmeteka bilind bûye di civakê de û di dîwana mîrî de. Wî, Nûbara Biçûkan wekî ferhenga Erebî û Kurdî amade kiriye, bi karê xwe nîþan daye ku ew dersdariya bi Kurdî dike, hetta nesîhetên ku ew di Nûbarê de dike, qenaeteke xurt li ba min peyda dike ku wî dersdariya þehzadeyên mîrîtiyê dikir, terbiya biçûkên xanedaniyê di bin berpirsiyariya wî de bû35. Ji bo ku ew nêzîkî mîr bû36 wî rê û dirbên îdarekirina mîrîtiyê ji nêz ve dinasîn loma jî ev, di Mem û Zînê de bi tefsîlat teswîr kirin.
Gava dibêje ku wî Mem û Zîn bi Bohtî, Mehemedî û Silîvî nivîsîye37, ew wê yekê jî dide nîþan ku ew ewqas li van deverên Kurdistanê geriyaye û jiyaye ku, huner, xusûsiyet; wekhevî û cudayiya van herêm û zaravan dizane. Di vir de ez dixwazim parantêzekê vekim û li ser mesela ''Muhemmedî'' rawestim. Muhemmedî kîjan zarav an kîjan herêm e ez bi xwe nizanim. Lê îhtîmalek e ku ev ne Muhemmedî lê Mehmûdî be. Heke welê be Mehmûdî ew mintiqe û ew zarave ye ku berê mîrîtîyên Hekariyan û Behdînan digirt nava xwe û jê re Mehmûdî dihate gotin. Piþt re ev mîrîtî ji hev cuda bû û bû Behdînan û Hekariyan.
 
Cardin bi saya ku tiþtên di Mem û Zînê de hatine nivîsîn meriv dikare bibêje ku gava Ahmedê Xanî ew nivîsiye ne li Mîrîtiya Botan lê li Bayezîdê bûye. Her wekî tê zanîn berhemên manzûm ên berê qalibeke wan hebû, berê bi navê Xwedê dihat destpêkirin, pesn, hemd û sena ji Xwedê re dihate kirin, piþtre pesnê pêxemberê wî, Hz. Muhemmed dihat dayin û þefaet jê dihat xwestin piþt re jî pesnê padîþah, hukumdar an hakimê wî welatî kî be dihat dayîn, hêvî û dua jê dihatin kirin. Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî berê ku dest bi destana evînê bike li gor vî qalibî dimeþe. Gava meriv pesnê hakimê wî zemanî yê ku Ahmedê Xanî li ser nivîsiye dixwîne, eþkere dibe ku ew behsa mîrê Bayezîdê dike. Di hin beytên wî beþî de ew gava gazinde ji Mîr dike ku çima guh nade wî û xwedî lê dernakeve, dide diyarkirin ku navê wî mîrî Mîreza ye û ew bi esl û neseba xwe Rewendî ye38. Rewendî ew herêma dora Bayezîdê ye, dikeve bakurê Hekariyan, rojavayê Þikakan, ji alî rojava ve diçe heta Mûþê û bi bakur de diçe digihîje Azerbaycanê. Em dizanin ku Selaheddînê Eyyûbî bi eslê xwe Rewadî ye ku Rewendî jî digihîjin wê.
Tiþtê dawîn ku meriv karibe li ser jiyana Ahmedê Xanî bibêje ew e ku ew li Bayezîdê miriye, li rex wê mizgefta ku wî daye avakirin hatiye veþartin, gorra wî îro jî li hemberî Seraya Îshaq Paþa ye, ser wê qubkirî ye û ji bal xelkê ve tê ziyaretkirin.
 
Mem û Zîn
Berhema Ahmedê Xanî ya þaheser, helbet Mem û Zîn e ku Celadet Alî Bedirxanî jê re gotiye ''kitêba milletê me'' û di 300 saliya ronahîdîtina wê de Rohat Alakom bi awayek gellek di cîh de navê ''Manîfestoya millî ya Kurdan'' lê kiriye. Ew weka destaneka evîndarî têra xwe hêja ye lê di rastiyê de ji destaneke evîndariyê gellek wêdetir e, bi naveroka xwe ya netewayetî, felsefî, tesewwufî, dîrokî û etnografî, siyasî, civakî, dînî û bi hunerê xwe yê estetîk ew bi rastî jî manîfestoya neteweperwerên Kurd e, rênîþandera tevgera rewþenbîrî ya Kurdan e. Yên ku neslên xwendayên xwendegehên dînî, mela û feqiyan di ramanweriya dînî û millî de gîhandin hev û mektebeka rewþenbîrî ya dîndar û neteweperwer bi hev ve keland Ahmedê Xanî ye, ew ramanên wî ne ku di Mem û Zînê de bi hunermendiyeka bilind hatine hûnanê. Mem û Zîn wekî meþaleyeke millî rê rohnî dike da Kurd karibin ji wê navbirra cehenemî ya her du dewletên super ên wê demê Îran û Osmaniyan rizgar bibin. Cardin ev in ku neslên neteweperwerên Kurd ên nuh teþwîq dikin ku bi ber koka xwe de vegerin, têkoþîna avakirina þexsiyeta millî ya îroyîn li ser bingehên pêbawer ên duhî ava bikin. Her wiha Mem û Zîn û bêþik aferinerê wê Xanî, nîþana zûserîhildayiya ronesansa Kurdî ye ku xwestiye, dereceya felsefe û tesewwufa dewra mekteba Nîzamiyê ya dewra Xelîfetiya Abbasî, ya Siyasetnameya Nîzamul Mulk û dewletmendî, siyaset û felsefa hukumdariya Selaheddînê Eyubî di warê ramanwerî de di þexsiyeta Kurdan de restore bike, li hember þîîtiya Îranê, sunnîtî ya henîfî ya Osmanî ya bi fetwayên Þêxulîslaman serdest û despotkirî, þafiîtî û tesewwufiya Imamê Xezalî û siyasetdariya Selaheddînê Eyubî berz bike ku dîn û dunyayê di þexsiyeta xwe de temerkuz dike. Para rastiyeka mezin tê de heye gava Mertin van Bruinessen ji ber ramanên wî yên di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî wekî bavê neteweperweriya Kurdî dipesinîne.
 
أعلى